Derbarê sempozyûmê de
Em weki Zanîngeha
Şirnexê, kêfxweşîya xwe bo rexistina “Sempozyûma Navneteweyî ya Sê Biraderên Cizîrî”
ya li tê de jiyan, berhem û feraseta sê zanyarên Cizerî dê berfirehî bête
nikaşkirin parve dikin.
Mecdûddîn İbnû’l-Esîr (wf.
606/1210), İzzûddîn İbnû’l-Esîr (wf. 630/1233) ve Ziyâûddîn İbnû’l-Esîr (wf.
637/1239) ne tenê li Cizîrê, lê belê ji bo alema Îslamê jî Zanyarên di aliyê
Dîroka Îslamê, Wêje û Zimanê E’rebî, Hedîsê, Tefsîrê, Fiqihê de berhemên hêja afirandî
ne. Van her sê birayan; li Cizîrê destpê jiyana xwe ya zanistî kirin e û paşê
jî koçî Mûsil a di demê xwe de navenda zanîn û çandê bû kirin ko di dewletên
wekî Zengiyan, Eyyûbiyan, Selçukiyan de xebat li aliyên zanistî û siyasî de
kirin. Mîratê wan yê zanistî hem di demê wan de hem jî piştî wan bandorek gelek
mezin kirî ye û hem jî ji bo nifşên paşerojê çavkanîyek giring çêkirî ye.
Di sempozyûmê de jiyan,
berhem, xebatên wanên zanistî û bandora wan her sê zanyaran ya li ser îro dê
berfirehî bête nikaşkirin. Beşdar, dê ferseta niqaşên li ser keda malbata İbnû’l-Esîr
a li zanistên muhtelif û çalakîyên wanên di herêmê de bibînin.
Sempozyûm, di platformek
akademik de; armanca wê ew e ko ji bo lêkolînerên pispor, akademîsyen û kesên
ko bi mijarê re eleqedar dibin, navendek nîqaşê ya dewlemend dê biafirîne. Di
vê çarçoveyê de, di bin roniya mîratê malbata Îbnû’l-Esîr de behsa bandora
rewşa rewşenbîrî û çandî ya serdemê heta îro bête kirin.